18:06 21 Gulan 2018
    Enwer Qerqaş

    Îmarat: Biryara vekişandinê gavek rast e û divê li dijî Îranê planeke bi bandor bê danîn

    © REUTERS / Abdel Hadi Ramahi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qerqaş biryara Trump a vekişandinê bi erenî nirxand û ragihand ku divê li dijî Îranê planeke bi bandor were dayîn

    Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qerqaş li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek nivîsand û got: "Gotarên Îranê û gavên wê yên dijminane li herêmê girêdayî rêkeftineke şermê ye. Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji vekişandina peymana nûkleerî gavek rast e."

    Enqer Qerqaş di berdewamiya peyama xwe de got: "Îranê peymana nûkleerî şîrove kir ku bi hejmûna wê ya herêmî re digunce. Ji encama wê jî destê Îranê yê dijminane dirêj bû û bernameya wê ya moşekên balîstîk tundtir bû."

    Qerqş di peyameke xwe din de jî dibêje: "Peymana nûkleerî bi Îranê re dê bibe sedema pêşebaziyeke atomî li herêmê ku bawerî bi niyazên Îranê nayê kirin. Dema wê yekê ye ku planeneke herêmî ya nû û bibandor were danîn."

    Bi heman mijarî:

    Moşeka kruz avêtin santrala nûkleerî ya Îmaratê
    Mesûd Barzanî li Îmaratê ligel Mîrzadeyê Ebû Dabiyê civiya
    Serok Barzanî duh li Îmaratê bû û diçe Erebistanê jî
    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    Îmarat: Divê Tirkiye rêzê li serweriya dewletên ereban bigire
    Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî, Enqer Qerqaş, Îran, Îmarata Erebî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de