18:07 21 Gulan 2018
    Kim jong-Şi Cinping

    Hat piştrastkirin ku di balafira nepen a ku diçû Çînê de Serokê Koreya Bakur Kim hebû

    © Sputnik / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat piştrastkirin ku di balafira nepen a ku çû Çînê û li balafirxaneya bajarê li bakurê çînê Dalianê danî de Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un hebû. Ajansa fermî Şinhua ragihand ku Kim bi Serokê Dewleta Çînê Şi Çinping re hevdîtinek pêk anî.

    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un beriya civîna bi Serokê Amerîkayê Donld Trump re bi awayekî surprîz serdan Çînê kir

    ‘KÎM Û ŞÎ LIGEL HEV LI QERAXA DERYAYÊ GERIYAN'

    Televizyona fermî ya Çînê CCTV dîmenên Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un û Serokê Çînê Şin Çinping ê li ber deryayê belav kir.

    Ajansa fermî Şinhua diyar kir ku herdu serokan duhî hevdîtinek pêk aniye.

    ​KÎM: EGER JI POLÎTÎKAYÊN NEYARANE BI DÛR WERE SEKINANDIN DÊ HEWCEDARÎ BI ÇEKÊN NUKLEER NEMÎNE

    Li gorî Şinhua Kîm û Şî li ser bêçekkirina nîvgiravqa Koreyê axivîn. Aliyên peywendîdar diyar kirin ku eger ji polîtîkayên neyarana bi dûr bisekinin dê hewcedarî bi çekên nukleer nemîne.

    ŞÎ: TEKANE RÊYA RAST BIPÊŞDEBIRINA TÊKILIYÊN DOSTANÊ YE

    Serokê Dewleta Çîmn Şi jî ev tişt got, "ez ji têkiliyên erênî yên dualî kêfxweş im."

    ŞÎ Û KÎM PIŞTÎ ZÎRWEYA TARIXÎ YA LI KOREYÊ YEKEM CAR CIVIYAN

    Kîm piştî ku hate ser kar yekem serdana xwe di meha Adarê de bo Çînê kiribû û li Pekînê bi Şî re civiya bû.

    TRUMP: EZ DÊ BI DOSTÊ XWE ŞÎ RE BICIVIM

    Ji hêla din ve Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya Twitterê ragihand ku îro dê bi Serokê Dewleta Çînê Şi re peywendiyeke telefonî deyne.

     

    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un û Serokê Çînê Şin Çinping ê li bajarê Çînê Dalianê li ber deryayê ligel hev in
    © AP Photo / Ju Peng/Şinhua
    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un û Serokê Çînê Şin Çinping ê li bajarê Çînê Dalianê li ber deryayê ligel hev in

     

    Bi heman mijarî:

    Nuçegihanên jin: Sîxuriyê li ser me ferz dikin
    Li Amedê polisan ciwanek birîndar kir
    Netanyahû: Îran plan dike ku çekên gelekî metirsîdar bi cî bike
    ‌ Xusrew Goran: Em bawerîn ku vê carê jî PDK wek carên berê yekem partiya kurdî be
    Etîketan:
    Hevdîtin, Şi Çinping, Kim Jong-un, ÇîN, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de