07:14 26 Gulan 2018
Hilbijartinên Ermenistanê

Serokwezîrê Ermenistanê yê nû diyar bû

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Lîderê protestoyên ji meha nîsanê de Nikol Paşinyan di dengdayina li parlamentoyê wek serokwezîrê nû yê Ermenistanê hat bijartin.

Paşinyan di dengdayina li parlamentoyê de bi 59 dengan bû serokwezîrê nû yê Ermenistanê. Herwiha li dijî Paşinyan jî 42 deng hatin dayin. Di dengdayina hefteya borî ya li parlamentoyê Paşinyan 45 deng vergirtibûn, lê ev hejmar bo hilbijartina lîderê mûhalîf têrê nedikir.

Di dengdayina îro de piştî ku Partiya Komariyê piştgiriya xwe ragihand Paşinyan bû serkwezîrê nû.

Herwiha Paşinyan di tûra ewil ya hilbijartina li parlamentoyê de piştî ku hejmara bo serokwezîrtiyê bidestnexistibû bi hezaran alîgirên lîderê mûhalîf derketibûn kolanan. Îro dengdayina duyem li parlamentoyê hat lidarxistin û Nikol Paşinyan bi 59 dengan ve hat bijartin. Ji aliyê din ve heke di tûra duyem de jî Paşinyan cardin nehata bijartin, dê biryara hilbijartinên pêşwewxt bihata stendin.

Etîketan:
parlamento, dengdayin, ermenistan, paşinyan, serokwezîr, Nikol Paşinyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de