04:18 25 Gulan 2018
    Li Ermenistanê hilbijartina serokwezîrtiyê

    Parlamentoya Ermenistanê serokwezîrê xwe hildibijêre

    © Sputnik / Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamentoya Ermenistanê bo serokwezîrê nû hilbijêre dicive. Di jilbijartina li parlamentoyê de namzedê serokwezîrtiyê lîderê muxalîf Nikol Paşinyan e. Tê payin ku Paşinyan piştî dengdayinê dê wek serokwezîrê Ermenistanê yê nû bê hilbijartin.

    Li Ermenistanê parlamento bo hilbijartina serokwezîr û gengeşiya li welêt ku ji meha nîsanê de bi tund didome bidawî bike, dicive. Partiya Komariyê ya desthilatdar daxuyandibû ku amadene piştgiriyê bidin namzedê ku ji sisyan yek dengê parlamentoyê bistîne. Herwiha daxuyaniya Partiya Komariyê tê ser wê wateyê ku Paşinyan di dengdayina li parlamentoyê dê bibe serokwezîrê nû.

    Paşinyan di dengdayina hefteya borî de ji ber ku piştgiriya Partiya Komariyê nestend wek serokwezîr nehatîbû hilbijartin. Li ser vê encama parlamentoyê, alîgirên Paşinyan bertek nîşanî encamê dabûn û cardin derketibûn kolanan.

    Bi heman mijarî:

    Paşinyan: Di dema serokwezîrtiya min de ez ê ji bo hikûmeta mutabakatê bixebitim
    Nikol Paşinyan: Eger em bi hinekan re muzakereyê bikin ew jî wê ji bo çûyina Sarkisyan be
    Etîketan:
    parlamento, dengdayin, serokwezîr, hilbijartin, Nikol Paşinyan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de