05:28 22 Gulan 2018
    Kim jong-Şi Cinping

    Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un gelo carek din çû Çînê?

    © Sputnik / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor nûçeyên di çapemeniya Japonya û Koreya Başûr de cih girtin de lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un bi balafirek ji rêhewaya Koreya Bakur li bajarê Dalian a Çînê daketiye, lê derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî hêj nehatiye dayin.

    Li gor ragihandina ajansa fermî ya Koreya Başûr Yonhapê balafira ku Kim têde bû di bin ewlehiyek berfireh de li balafirgeha bajarê Dalian a Çînê daniye.

    Herwiha di navbera Koreya Bakur û bajarê Dalian a Çînê de bi nizamî çûnûhatina balafiran tuneye. Lê koreyiyên bakur tim û tim bajêr ziyaret dikin û bendergeha Dalianê di bazirganiya navbera herdu welatan de cihekî girîng digre.

    Lîderê Koreya Bakur kim piştî ku desthilatdarî bidest xistibû bi 6 mehan, cara ewil di meha adarê de serdana Çînê kiribû, herçiqas derbarê serdanê de galegot hatin kirin jî serdana lîderê Koreya Bakur piştî ku ji Çînê vegeriya welatê xwe hatibû piştrastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Trumpî dixwaze li Xaniyê Aştiyê li gel Kim bicive
    Kim û Moon li ser ‘bidawîanîna çêkirina çekên nukleerî’ deklerasyoneke hevpar îmze kirin
    Dîrektorê CIAyê Pompeo li Koreya Bakur bi Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    Trump: Eger hevdîtina bi Kim re erênî derbas nebe ez ê civînê biterikînim
    Etîketan:
    hevdîtib, lîder, serok, serdan, balafir, Kim jong un, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de