05:35 22 Gulan 2018
    Tûnis

    Li Tûnisê piştê ‘Bahara Erebî’ yekem hilbijartin hat kirin

    © REUTERS / Zoubeir Souissi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tûnisê piştê çend salan yekem hilbijartina parlementoyê hat kirinê. Li gorê encamên nefermî Partiya Hereketa Nahda bi ji sedî 27.5ê dengan bû partiya yekemîn.

    Li gorî encamên ku televîziyona fermî ya Tûnisê Partiya Hereketa Nahda bi 69 parlementeran bû partiya yekem. Di rêza duyem da jî partiya Nida Tûnis heye. Nida Tûnis jî ji sedî 22.5ê dengan stendiye. Bi vê awayê hijmara parlementerê wê jî 55 e.

    Li gorî agahiyên komîsyona hilbijartinê parvekirine, 5 milyon û 369 hezar kesên xwedî deng tenê milyonek û 796 hezar kes çûne ser sandiqê, ev jî teqabulê ji sedî 33.7ê dike. Bi vê awayê dixwiye ku beşdariya hilbijartinê gelek kêm e.

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê CIAyê Brennan: Birêveberiya Obama encamên Bihara Erebî şaş nirxandin
    Pûtîn: Heke li Primakov guhdar bikirana, wê encamên ‘Bihara Erebî' cuda bûba
    NY: Sermala ‘Bihara Erebî' li herêmê 600 milyor dolar e
    Etîketan:
    tûnis, hilbijartin, Tûnis
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de