07:49 25 Gulan 2018
    Ermenistan-Nikol Paşinyan

    Paşinyan: Di dema serokwezîrtiya min de ez ê ji bo hikûmeta mutabakatê bixebitim

    © Sputnik / Gleb Garanich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lîderê protestoyên li Ermenistanê Nikol Paşinyan eşkere kir ku di dema serokwezîrtiya wî de dê ji bo hikûmeta mutebekatê bixebite. Paşinyan destnîşan kir, di dema ku şert û mercên guncav bo hilbijartinên zelal, meşrû û demokratîk derkeve holê ez ê îstîfa bikim.

    Li Ermenistanê piştî îstîfaya Serj Sarkisyan li parlamentoya Ermenistanê bo hilbijartina serokwezîrê nû dengdayina hat li dar xistin lê piştî krîza hilbijartina serokwezîr protestoyan dest pê kiribû.

    Xwepêşandanan bo serokatiyê bi tenê navê Nikol Paşinyan derxistin pêş, herwiha Paşinyan destnîşan kir ku di kabîneya ku dê ava bike de gellek alternatîf hene, lê hilbijartina kabîneyê dê li gor rewşa siyasî be û dibe ku bê guhertin.

    Paşinyan: "Dema ku şert û mercên guncav bo hilbijartinên zelal, meşrû û demokratîk derkeve holê ez ê îstîfa bikim."

    Li Ermenistanê protestoyên ku hefteyan ajot in bûn sedema îstîfakirina Sarkisyan.

    Bi heman mijarî:

    Nikol Paşinyan: Eger em bi hinekan re muzakereyê bikin ew jî wê ji bo çûyina Sarkisyan be
    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Ermenistan: Em ê protokolên bi Tirkiyeyê re betal bikin
    Etîketan:
    serokwezîr, xwepêşandan, protesto, Nikol Paşinyan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de