17:05 24 Gulan 2018
    Hindistan protesto

    Li Hindistanê keça 16 salî bi saxî şewitandin

    © Sputnik / Abhishek N. Chinnappa
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundekî Hindistanê keça 16 salî ku rastî destdirêjiyê hat, ji aliyê gûmanbaran ve hat şewitandin. Ji gûmanbaran yek, bi tevahî jî 14 kes hatin desteserkirin, hat ragihandin ku bo girtina gûmanbarên din xebat didomin.

    Li cîhanê herî zêde bûyerên destdirêjiyê ku li Hindistanê pêk tên bi bûyerek din ket rojeva cîhanê. Li eyaleta rojhilatê Hindistanê, Carkhandê du ciwanan li nêzî gundê Raja Kenduayê tecawizî keçek e 16 salî kirin. Herwiha piştî malbata keçê rewş ji desteya rîspiyên gund re vegot, herdu ciwan bi 100 mekîkan û 750 dolarî ve hatin cezakirin. Lê piştî cezayê herdu gûmanbar ji ber zêdebûna cezayê bi malbatê re pevçûn, bi ser malê de girtin û keça 16 salî bi saxî şewitandin.

    Polîs derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ji gûmanbaran yek, bi tevahî jî 14 kes desteserkirin, hat ragihandin ku bo girtina gûmanbarên din xebat didomin.

    Bi heman mijarî:

    YE heta sala 2027an alîkariya malî ji Tirkiyeyê qût dike
    Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist
    Ji provayên Roja Serkeftinê
    Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
    Etîketan:
    jin, keç, protesto, destdirêjî, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de