14:16 23 Gulan 2018
    OPCW

    OPCW nikare mêjera madeya kîmyewî ya bûyera Skrîpalî diyar bike

    © AFP 2018 / Lex van Lieshout / ANP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku îmkana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî(OPCW) tine ye ku mêjera madeya kîmyewî ya ku di jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skrîpal û qîza wî Yûliyayê de hatiye bikaranîn diyar bike.

    Sekreterê rêxistinê yê ragihandinê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tê de wiha hat gotin: "OPCW nikare mêjera gaza sînîran a ku di 4ê Adara 2018an de li Salisburyê hatiye bikaranîn binirxîne yan jî diyar bike. Mihtemelen, divê mêjer bi qasî milîgraman were nirxandin."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku "li gel vê jî tîma OPCWê ya teknîkî di wan nimûneyên dane hev de tesbît kiriye ku madeya kîmyewî ya hatiye tesbîtkirin, têra xwe xwerû, xweragir e û bandora mercên hewayê lê nabin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    ‘160 welat di derbarê bûyera Skrîpal de ji Brîtanyayê delîl dixwazin’
    Peskov: Tewanbariya Brîtanyayê ya di meseleya Skrîpal de gihişt sînorê eşkiyatiyê
    Logoglu: Bûyera Skrîpal dibe di navbera Rûsya û welatên rojava de diyalogê saz bike
    Etîketan:
    OPCW, Yûliya Skrîpal, Sergey Skrîpal, Salisbury
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de