20:53 20 Gulan 2018
    Donald Trump

    Trump: Dem û cihê civîna li gel Kîm diyar bûn

    © REUTERS / Carlos Barria
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump cih û tarîxa lûtkeya civîna li gel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî ragihandin.

    Serokê amerîkî li Qesra Spî bi rojnamevanan re axift û diyar kir ku cî û tarîxa civîna li gel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî hatine diyarkirin.

    Trumpî destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de hûrgiliyên derbarê mijarê de eşkere bikin.

    "BI RASTÎ JÎ HÛN Ê TIŞTÊN GELEKÎ XWEŞ BIBÎNIN"

    Trump li ser her sê welatiyên amerîkî yên li Koreya Bakur hatine girtin jî axift û got, "Em civînên berbiçav bi Koreya Bakur re dikin û di mijara rehîneyan de gelek tişt çêbûne. Wek min duh got, bişopînin. Wiha difikirim ku hûn ê tiştên gelekî, gelekî xweş bibînin."

    Parêzerê Trumpî, Rudy Giuliani berî niha ragihandibû ku tê payîn, her sê welatiyên amerîkî yên li Koreya Bakur hatine girtin, dibe ku îro werin berdan.

    "DIXWAZIM BI MUELLERÎ RE BICIVIM"

    Trumpî derbarê Dozgerê Taybet ê lêpirsîna Rûsyayê bi rê dibe, Robert Muellerî de jî axift û got, "eger garantiyê bidê ku dê bi awayekî adil tevbigere, dixwaze pê re bicive."

     

    Bi heman mijarî:

    Peyama sersalê ji Kîm: Hindik ma
    Kîm bo Koreya Başûr ferman da: Dîsa vekin
    Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
    Serokê Koreya Bakur Kîm di yekem serdana derve de bi serokê Çînê Şî re civiya
    Etîketan:
    Qesra Spî, Donald Trump, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de