08:00 25 Gulan 2018
    Serokomarê Komara Çek Milos Zeman

    Zeman: Li Çekyayê gaza sînîr a A-230 hat hilberandin û depokirin

    © AP Photo / Darko Vojinovic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Çekyayê Milos Zeman diyar kir ku gaza sînîrê ya A-230 ku welatên rojavayî wek ‘Novichok’ bi nav dikin, li welatê wî hatiye hilberandin û depokirin.

    Li gor nûçeya Irozhlasê Zeman got, "Encam ev e ku li welatê me mîqdareke biçûk be jî gaza ‘Novichok' (A-230) hilberandiye û test kiriye. Piştre hat îmhakirin. Nabe ku bi durûtî em wekî tiştek nebûye xwe nîşan bidin."

    Herwiha di rapora ku ji aliyê Beşa Ewlekariya Enformasyonê ya Çekyayê ve bi fermana Zeman hatiye amadekirin dibêje, gaza ku li dijî ajanê berê yê rûsî Sergey Skripal hatiye bikaranîn li Çekyayê hatiye hilberandin.

    Beriya niha nûnerê OPCWyê yê Rûsyayê Aleksandr Şulgin ragihandibû ku A-234 wek çeka kîmyewî ji aliyê Amerîkayê ve patenta wê hatiye standin û hilberîna wê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Twitterê hişyarî da: Biguherînin
    Leşkerên rûsî ji Yermûkê dest bi tehliyekirina milîtanan kirin
    ‘Bloka Kurdistanî’ ya hilbijartinê li Amedê bi HDPê re dicive
    ‘Du komên çekdar li ser mal û milkê Efrîniyan bi hev ketin: 4 kuştî’
    HAK-PAR: Em dê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin
    Etîketan:
    Gaza Sînîr A-230, Milos Zeman, Çekya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de