14:17 23 Gulan 2018
    Hindistan-Delhi- kum fırtınası

    Li Bakurê Hindistanê bahoza qûmê: 77 kes mirin, 143 kes birîndar bûn

    © AP Photo / Manish Swarup)
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaletên Uttar Pradeş û Racastanê ya Hindistanê bahoza qûmê û barana şid bû sedema mirin û birîndarbûna hemwelatiyan, di encama bahozê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 143 kes jî birîndar bûn.

    Bahoza qûmê û barana bi şid ya li Bakurê Hindistanê bû sedema hilweşîna xanî û daran. Bobelat li ser jiyana hemwelatiyan jî bandordar bû, di bobelatê de herî kêm 77 kes mirin 143 kes jî birîndar bûn. Li Bakur û Rojavayê Hindistanê duh bi şev bahoza qûmê pêk hat, li eyaletên Uttar Pradeş û Racastanê barana şid bû sedema mirin û birîndarbûna hemwelatiyan, gellek xanî û daran jî ji bobelatê zirar dîtin.

    ​Rayedarên Uttar Pradeşî daxuyandin ku li eyalete herî kêm 46 kesan, li eyaleta Racastan ku piraniya wê çol e jî 31 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Rayedaran eşkere kirin ku leza bahozê di saetê de gihaştiye 130 kîlometreyan.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Çînê bi tundî Hindistan hişyar kir: Leşkerên xwe bikşîne
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
    Etîketan:
    bahoza kûmê, bobelat, birîndar, mirin, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de