11:16 24 Gulan 2018
    bidarvekirin

    Idama Huseyîn Panahî hat rawestandin

    © AP Photo / Denis Farrell
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Îranê kurdê bi navê Ramîn Huseyin Penahî ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve cezayê idamê hatibû dayîn, idama wî hat rawestandin.

    Xurtê kurd yê bi navê Huseyin Penahî ev salek e ji aliyê rejima Îranê ve hatiye girtin. Di doza ku beriya 15 rojan de hat dîtin de ji bo Penahî cezayê idamê hat dayîn. Li gelek deverên dinyayê bertekên mezin dan biryara idamê.

    Duhê Rêxistina Efûya Navdewletî(Amnesty) jî derbarê biryara bidarvekirina Ramîn Huseyin Penahî de daxuyaniyek da û ji Îranê daxwaz kir ku "bidarvekirina wî were rawestand." Herwiha li ser medyaya civakî jî ji bo rawestandina biryara idamê gelek kampanya hatin li darxistin. Di encama van hemû bertekan de dewleta Îranê ragihand ku idama Penahî vê gavî hatiye rawestandin.

    Tê zanîn ku Ramîn Hisênpenahî endamekî partiya rojhilatî ya Komeleya Şorişgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bû ku di 23ê Hezîrana sala 2017an de li bajarê Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin.

    Ramîn Hisênpenahî bi tohmeta endamîtiya di partiyeke kurdî ya dijberê Komara Îslamiya Îranê, dijatiya rejîma Îranê û asayişa netewî ya welat, di dawiya meha yekê ya îsal de ji aliyê dadga Îranê ve bi idamê hatibû cezakirin û demek berî niha cezayê idama wî ji aliyê Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê ve jî hatibû pejirandin.

    Etîketan:
    husyîn Penahî, Kurd, îran, idam, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de