20:54 20 Gulan 2018
    Teqîn (Arşîv)

    Li hemberî HBGê êrişa bombeyî: Yek jê fermandar 6 kuştî û gelek birîndar

    © AP Photo /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Hudeyde yê Yemenê li hemberî Hêzên Berxwedana Gel (HBG) ku li hemberî husiyan piştgiriya hikûmeta meşru dikin êrişeke bombeyî pêk hat.

    Li gor zanyariyên berdest, li bajarê El-Hudeyde ku dikeve rojavayê Yemenê li hemberî leşkerên Hêzên Berxwedana Gel (HBG) ku li hemberî çekdarên husî piştgiriya hikûmeta meşru ya Yemenê dike êrişek bombeyî pêk hat. Di encama êrişê de fermandarek û 5 leşker hatin kuştin.

    Li gor çavkaniyên leşkerî, dema wesayîta fermandarê hêzên Et-Tihamiye Hesen ed-Duble di herêma El-Husa û Hisê de derbas bû bombeya ku berê hatibû çandin înfîlaq kir. Di êrişê de Duble jî di nav de 6 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lê hejmara leşkerên birîndar nehat eşkerekirin.

    Hesen ed-Duble fermandarê Hêzên Berxwedana Gel ku li cebheyê qeraxa rojava li hemberî çekdarên husî şer dikir bû. Artêşa Yemenê û HBG zêdetirî salekê ye li cebheyê navborî li hemberî husiyan şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî parastvanê sînor ê girêdayî Wezareta Navxweyî êrişa bombeyî
    Li dijî konvoya polîsan ku dozgerek jî têde bû êrişa bombeyî: 8 kuştî
    Li Heratê êrişa bombeyî: 6 kuştî û 9 birîndar
    Li hemberî parastvanên sînor êrişa bombeyî: 5 kuştî û gelek birîndar
    Li noqteya 9emîn a polîsan êrişa bombeyî: Kuştî û birîndar hene
    Rûsya: Li Şamê di êrişa wesayîta bombeyî de kesek hat kuştin
    Etîketan:
    Hêzên Berxwedana Gel (HBG), Hudeyde, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de