21:00 22 Gulan 2018
    Balafir

    Balafira ku polîs û leşker têdebûn ket: Mirî hene

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Kolombiyayê balafira ku hêzên ewlehî têde bûn ket, di encama bûyerê de du serbaz û komîserek jî di nav de 4 kesan canê xwe ji dest da.

    Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlehî ya Kolombiyayê, balafira bi modela Beechcraft C-99 li nêzî balafirxaneya Perales a bajarê Ibaguya eyaleta Tolimayê ket. Li gor daxuyaniyê, balafir di dema manevrayê de ketiye û di encamê de serheng û komîserek jî di nav de 4 kesan canê xwe ji dest daye.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafir di dema perwerdeya firîna şevê de p3ek hatiye û piştî qezayê hem pisporên Midûriyeta Ewlehî û hem jî yên Îdareya Hewageriya Sivîl lêkolîn dane destpêkirin.

    Hejayî gotinê ye ku du hefte berê dîsa li bajarê Caliyê balafireke leşkerî di dema firîna perwerdeyê de ketibû û serbazên leşkerî canê xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Balafir bi ser avahiyekê de ket: 7 mirî
    Li Norwecê balafir ket: Mirî hene
    'Ev du roj in, balafir li ser Efrînê nafirin'
    Du balafir li ser înternetê bi şeweyê zêdekirinê hatin firotin
    Balafir piştî rabûnê bi demekê ket: Mirî hene
    Etîketan:
    Li Kolombyayê balafir ket, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de