05:37 22 Gulan 2018
    Artêşa Libyayê

    Xwekuj êrişî avahiya hilbijartinê kir: Gelek kuştî û birîndar hene

    © AFP 2018 / Abdullah DOMA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Trablusa paytextê Libyayê êrişkarekî xwekuj êrişî avahiya hilbijartinê kir û di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar hene.

    Li gor zanyariyên berdest, milîtanekî xwekuj ê rêxistina terorîst a DAIŞê di nava avahiya Lijneya Bilind a Hilbijartina Trablusê de xwe teqand, di encama teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da.

    Lijneya Bilind a Hilbijartina Libyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanekî xwekuj ê rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Gavt eşŞeal a Trablusê êrişî avahiya hilbijartinê kir. Piştî teqînê milîtanên çekdar jî êrişî avahiyê kirin û di nava hêzên ewlehî û terorîstan de pevçûn derket.

    Li gor daxuyaniya lijneyê di encama êrişa xwekujî û çekdarî de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn, lê hejmara wan nehat eşkerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Libya: Dewletên din DAIŞî û El Kaîdeyiyan dişînin welatê me
    Caferî: ‘Sûriya dê nebe Libya û Iraqek nû'
    Libya: ‘Rewşa me ji ya Tirkiyeyê cûda ye'
    Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
    Etîketan:
    Li Libyayê êrişa xwekujî, Trablus, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de