05:37 22 Gulan 2018
    Êrişa 11ê Îlonê

    Dadgeha DYA biriyar da kû Îran tezmînatê bide xizmên qurbaniyên 11ê Îlonê

    © AP Photo / William Kratzke
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnama The Hill ku agahiyên xwe dispêre belgeyên dadgeha DYAyê radigihîne ku dadgeha Amerîkî biyar da ku Îran ji bo xizmên qûrbaniyên êrîşa terorîstî ya 11ê Îlonê bi miliyar dolaran tezmînet bide.

    Li gor biriyara dadgehê, Komara Îslamî ya Îranê, Zêrevanên Şoreşa Îslamî û banka navendî ya Îranê ji ber mirina 1008 kesan sûcdar hatine dîtin. Ji ber wê çendê, hikûmeta Îranê pêwîste tezmînatê bide xizmên mexdûran. Mezinahiya tezmînatê li gor asta xizmatiyê hatiye diyarkirin: 12,5 miliyon ji bo hevserên mirî, 8,5 miliyon dolar ji bo dê, bav û zorokan, 4,25 miliyon ji bo xwişk û birayan. Tevî ku komîsiyona taybet ya lêkolînkirina êrîşa terorîstî ya 11ê Îlonê delîlên raste rast yên girêdana Îranê bi van çalakiyên terorîstî nedît jî, lê dadgeha bajarê New Yorkê diyarkir ku îdiaya ku Tehranê qaşo alîkariya darayî ji bo bizava terorîstîk El Qayîdeyê dabînkiriya têrê dike ku biriyareke bi vî rengî bê stendin.

    Xizmên mexdûrên çalakiya terorîstî ya 11ê Îlonê sala 2001 li dijî hikumeta Îranê di sala 2004 de doz vekiribûn. Li gorî rojnamê, dibe ku Tehran van pereyên ku dadgehê destnîşankiriye nede, lê tevî wê, biriyara navborî dêhile ku xizmên qurbaniyan bibin talibê van pereyan ku DYA ji şîrket û hesabên welatiyên Îranê girtine.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em hêvî dikin, hişê Trumpî were serê wî
    Îran: Li Sûriyeyê dibe ku dewletên Ereb û Tirkiye bên hemberî hev
    Îran: Em li Sûriyê piştgiriyê nadin ti kesî
    Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
    Etîketan:
    Îran, tezmînat, Dadgeh, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de