04:34 28 Gulan 2018
Nikol Paşinyan

Serokwezîrê Ermenistanê nehat hilbijartin

© REUTERS / Gleb Garanich
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Parlementoya Ermenistanê serokê muxalifan Nikol Paşinyan ku tekane namzedê serokwezîrtiyê bû têra xwe deng ne stendin û weke serokwezîr nehat hilbijartin. Paşinyan got "Hûn jî dizanin go dê nikaribin rê li ber vê serkeftinê bigirin."

Di dengdanê de Serokê Muxalif û namzedê Serokwezîrtiyê Nikol Paşinyan bi tenê 45 deng stendin. Ji bo hilbijartinê pêwist e 53 deng bistenda.

Temamê parlementerên Partiya Desthilat a Komariyê dengê ‘Na' dan.

Li gorî makeqanûna Ermenistanê hilbijartina duyemîn pêwist e di nava 7 rojan de were dûbarekirin.

Eger di dengdana duyemîn de jî encamek derneyê yekser dê parlemento were fesihkirin.

‘PROTESTO DÊ HETA SERKEFTINÊ BIDOMIN'

Alîgirên Paşinyan dema ku bihîstin ew nehatiye hilbijartin soz dan ku ‘heta serkeftinê' ew dê protestoyên xwe bidomînin.

‘DÊ NIKARIM RÊ LI BER SERKEFTINÊ BIGRIN'

Paşinyan piştî hilbijartinê axivî û got, "Kêşe ne hilbijartin an jî ne hilbijartina min e. Kêşe ew e ku hûn serkeftina gel dixwazin yan na. Hûn jî dizanin ku dê nikaribin rê li ber vê serkeftinê bigirin."

‘EM JI BO HIKÛMETA LIHEVKIRINÊ YA DEMKÎ DEST BI XEBATAN DIKIN'

Serokê muxalif diyar kir, "Di çarçoveya gotûbêjên berfireh de, em ji bo avakirina hikûmeta lihevkirinê ya demkî dest bi xebatan dikin û soz didin ku em dê li hember guhertinên qedroyî rawestin."

BANGEWAZIYA GRÊVA GIŞTÎ

Paşinyanê ku paşê bi gel re hate ba hev hemû saziyên fermî vexwendin ku têkevine grêva giştî.

Herwiha Paşinyan bang li alîgirên xwe kir ku bi awayekî ‘aştiyane', 'kolanan, balafirxaneyan û îstegehên trênanan' bloke bikin.

Ji aliyê din ve Paşinyan ji polîsên Ermenistanê jî xwest ku mertalan deynin û tevlî tevgerê bibin.

Bi heman mijarî:

Li Ermenistanê xwepêşandan bi hemû hêza xwe didome
Li Ermenistanê serokê dewletê û serokê muxalifan civiyan
Moskowa: Hêvî dikin li Ermenistanê têkilî di nava hikûmet û muxalefetê de were danîn
Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir
Serokê Ermenistanê: Rewşa li welatê me gihîşt asta metirsîdar
Polîsên Ermenistanê li ser desteserkirina serokên xwenîşanderan: Nehatine desteserkirin
Etîketan:
Serokwezîrtî, Serokê muxalif, Dengdan, Hilbijartin, Nikol Paşinyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de