05:32 22 Gulan 2018
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin- İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Pûtîn û Netanyahû li ser ‘bernameya nepen a nukleerî’ axivîn

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi telefonê pêwendî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re danî û herdu serokan ‘bernameya nepen a nukleerî ya Îranê’ gotûbêj kir.

    Hat ragihandin ku Netanyahû li ser wan delîlên ku di destê Îsraîlê de ne, Pûtîn agahdar kiriye.

    Serokwezîrtiya Îsraîlê li ser hesabê fermî yê twitterê ragihand, "Îşev (30 Nîsan 2018) Serokwezîr Benyamîn Netanyahû, piştî eşkerekirina belgeyên derbarê bernameya çekên nukleerî ya îranê de, bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axivî."

    Kremlînê jî hevdîtina Netanyahû û Pûtîn piştrast kir û da xuyakirin, di hevdîtinê de li ser daxuyaniya Netanyahû ya derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de, li ser Plana Hevbeş a Berfireh danûstandin hatiye kirin û hat gotin, Pûtîn helwesta Rûsyayê aniye ziman û daxwaza pêwîstiya cîbicîkirina planê ji aliyê hemû aliyan ve kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê xaniyek herifî: Kesekî can da, 11 kes jî birîndar bûn
    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Etîketan:
    Bernameya nukleerî ya Îranê, Îran, Rûsya, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de