17:08 24 Gulan 2018
    Anders Fogh Rasmussen

    Hackerên tirk hisabê Sekreterê NATOyê hack kirin

    © AP Photo / Jon Super
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hackerên tirk hisabê Twitter ê Sekreterê Giştî yê NATOyê yê berê Anders Fogh Rasmussen hack kirin. Tîma Ayyildiz ku hisab bidest xistin peyameke 15ê Tîrmehê belav kirin.

    Hisabê Twitter ê Sekreterê Giştî yê NATOyê yê berê Anders Fogh Rasmussen ji aliyê hackerên tirk (Ayyildiz Tim) ve hat hackirin. Hackerên tirk peyameke 15ê Tîrmehe li ser hisabê Rasmussen belav kirin. Di peyamê de tê gotin ku ‘Ez dixwazim li xwe mikur werim. Me dizanîbû 15ê Tîrmehê wê derbeya leşkerî pêk were. Lê dîsa jî me alîkariya Tirkiyeyê nekir. Divê NATO lêborînê ji Tirkiyeyê bixwaze.'

    Di peyama duyem de jî behsa avakarê Ayyildiz Timê ‘Cedkan Yafes' dike û dibêje: "Cedkan, serkeftina siyasetmedarên ku li hemberî derbe û derberan tekoşîne didin dike."

    Herwiha Rasmussen jî di hisabê xwe yê Facebookê de derbarê mijarê peyamek belav kir û got: "Hisabê min ê Twitterê şeva yekşemê hat hackerin û du peyamên ku ez naecibînim hatine parvekirin… Ti bandor li tekoşîna me ya demokrasî, bazara serbest û azadiyê nekiriye."

    Bi heman mijarî:

    Rasmussen: Mijara YPGê dikare NATO ji hev bixe
    Rasmussen: "Bila Amerîka bibe polêsê navnetweyî"
    Foreign Policy: Tirkiye yek ji wan e, ihtimala şerekî di navbera du welatên NATOyê de heye
    Sekreterê NATOyê: Amerîka û Tirkiye li bakurê Sûriyê bi awayekî kordîne tevdigerin
    Stoltenberg: Tirkiye bo NATOyê dê rolek girîng bide ser milê xwe
    Etîketan:
    NATO, Anders Fogh Rasmussen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de