04:10 25 Gulan 2018
    Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: Tirkiye bo NATOyê dê rolek girîng bide ser milê xwe

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyand ku Tirkiye dewletek ku ji terorîzmê bandordarbûyî ye, helbet mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze. Lê divê xweparastina xwe bi pîvan bike. Stoltenberg eşkere kir ku Tirkiye di hundirê çend salan de bo NATOyê dê rolek girîng bide ser milê xwe.

    Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê piştî civîna wezîrên hevpeymaniyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rojnamevanên tirk re hat ba hev û hin peyam dan: "Tirkiye bo parastina hevkariyê pir girîng e, bi taybetî jî di têkoşîna dijî terorîzmê de. Çimkî bo têkbirina DAIŞê ji bo hevpeymaniya kurewî bingehê dabîn dike."

    Sekreterê NATOYê da zanîn ku 28 dewletên hevpeymaniyê girîngiya Tirkiyeyê dizanin, çimkî dibînin. Di têkoşîna her cure terorîzmê de em bi hevre dixebitin. Di hundirê çend salan de Tirkiye dê di rolek girîng de derkeve hemberî me. Tirkiye dê bo Wêzîfeya Hêza Hevpar re lîdertiyê bike û di hundirê tifaqê de dê rolek girîng bigre ser milê xwe.

    ‘EM JI DIYALOGA DYA-TIRKIYÊ GELLEKÎ KÊFXWEŞ IN'

    Stoltenberg derbarê pêwendiyên navbera DYA û Tirkiyeyê de jî wiha got: "Ji bo min ya girîng diyaloga DYA û Tirkiyeyê ye û hevkariya bo Sûriyeyê ku dê çawa bixebitin. Em ji diyaloga DYA û Tirkiyeyê gellekî kêfxweş in, di mijara terorîzmê de em Tirkiyeyê mafdar dibinin, helbet mafê wê yê xweparastinê heye lê divê bi pîvan û di astekê de be.

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: NATO û DYA alternatîfên S-400an pêşniyazî Tirkiyeyê dikin
    NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
    Etîketan:
    hevpar, parastin, nato, rolek girîng, sûriye, Jens Stoltenberg, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de