16:59 26 Gulan 2018
Penaber - koçber

Dîsa keştiya penaberan binav bû: 15 mirî

© AP Photo/ Halit Onur Sandal
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Deryaya Spî dîsa keştiya penaberên efrîqî ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin binav bû, di encamê 15 penaberan canê xwe jidest da.

Hêza Parastina Qeraxê ya Cezayîrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku keştiya penaberên efrîqî ku dixwestin bi rêya Deryaya Spî derbasî Ewropayê bibin binav bû û di encama bûyerê de 15 penaberan canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ajansa Cezayîrê (APS), tîmên Parastina Sivîl û Qeraxên Deryayî yên Cezayîrê ji 34 kesên keştiya ku binav bibû 19 jê rizgar kirin. Keştiya penaberan li rojavayê paytextê Cezayîrê li herêma Oranê binav bûye.

Li gor nûçeyê, keştiya penaberên efrîqî ku dixwest here welatên ewropî ji Fasê derketiye rê. Wezareta Navxweyî ya Cezayîrê jî mirina 15 penaberên efrîqî serast kir.

Bi heman mijarî:

Di nava salekê de 12 zarokên penaber xwe kuşt
Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
Pewistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye
Qaçaxvanan penaber avêtin deryayê: 51 mirî
Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber
Etîketan:
Keştiya penaberan binav bû, Cezayir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de