05:13 25 Gulan 2018
    Teqîn

    Li herêma dîplomatîk êrişên xwekujî: 25 kuştî û 45 birîndar

    © AFP 2018 / Shah Marai
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li kabîla paytextê Afganistanê êrişên xwekujî pêk hatin, nûçegihanê AFPê û 4 rojnamevan jî di nav de 25 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li herêma dîplomatîk a paytexta Kabîla Afganistanê du êrişên xwekujî pêk hatin. Di encama êrişan de nûçegihanê AFPê Shah Marai jî di nav de 4 jê rojnamevan herî kêm 25 kes hatin kuştin û zêdetirî 45 kesan jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên medyaya herêmî ku dispêrên polîsê herêmê, îro seet li derdora 08:00an êrişek pêk hat û 40 deqiqeyî êrişeke din pêk hat.

    Li gor daxuyaniya berpirsê polîsê Kabîlê êrişkarê xwekuj cilûergên rojnamevanan li xwe kiribûn.

    Kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, lê li gor çapemeniya herêmî di meha sibatê de dîsa li heman herêmê bûyereke xwekujî pêk hatibû û berpirsyariya êrişê jî rêxistina terorîst a DAIŞê girtibû ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Kabîlê êrîşeke xwekujî: 12 mirî 57 birîndar
    Li Kabîlê êrîşa xwekujî: Bi kêmî 20 kes mirin
    Kuştiyên teqîna Kabîlê gihîştin 150 kesî
    5 xwekujan êrişî nexweşxaneya leşkerî ya Kabîlê kir: 2 kuştî û 15 birîndar
    Li Kabîlê li dijî camiya şîeyan êrişa xwekujî: 13 kuştî û 30 birîndar
    Etîketan:
    Li afganistanê êrişa xwekujî, DAIŞ, Kabîl, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de