18:04 21 Gulan 2018
    Kuweyt

    Serokê welat bangî hemwelatiyên xwe kir: Kuweytê biterikînin

    © Sputnik / A. Ignatov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte bangî hemwelatiyên xwe ku li Kuweytê dixebitin kir û ragihand ku wî welatî biterikînin.

    Li gor zanyariyên berdest, Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte bangî hemwelatiyên xwe ku li Kuweytê dixebitin kir û ragihand ku wî welatî biterikînin. Li gor agahiyan, ji ber têkiliyên dualî û lihevnekirina filipiniyên ku li Kuweytê dixebitin Duterte ev bang kiriye.

    Rodrigo Duterte li hisabê xwe yê fermî yê Twitterê vîdyoyek parve kir û got: Êdî naxwazim filipiniyan bişînim Kuweytê, li gor min bihîstiye kêfa wan ji filipiniyan re nayê."

    Duterte di berdewamiya vîdyoya xwe de got: Ev demeke bi Kuweytê re hevdîtinan pêk tînin, lê ji bo hemwelatiyên filipînî ji Kuweytê derkevin me hevdîtin bi paş xistin." Dihat pêşbînîkirin ku Duterte ji bo hevdîtinan îro serdana Kuweytê bikira.

    Bi heman mijarî:

    Li Filipînê şewat: 37 kes mirin
    Serokê Dewleta Filipînê: Ji ber ku du jinên min hene divê meaşê min zêdetir be
    Di bagera Filipînê de hejmara miriyan gihîşte 126 kesî
    Serokomarê Filipînê: Kurê min be jî bikujin
    Li Filipînê bi dijwariya 6.5 erdhej: 15 mirî û 90 birîndar
    Li Filipînê bi dijwariya 7.3 erdhej
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Filipînê, Rodrigo Duterte, Filipîn, Kuweyt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de