22:27 22 Gulan 2018
    Girtîgeh

    Li girtîgehê îsyan: 7 mirî û 25 birîndar

    © AP Photo / Ben Fox
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li girtîgeheke başûrê Guatemalayê îsyan derket, di encama îsyanê de 7 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li girtîgeha bajarê Escuintlayê ku dikeve başûrê Guatemalayê îsyan derket. Li gor amareyên destpêkê di encama îsyanê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê girtîgehê Rudy Esquivel di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Li girtîgeha Escuintlayê îsyan derket û di encama pevçûnan de 7 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."

    Li gor daxuyaniya Esquivel, hêzên ewlehî li girtîgehê kontrol bi dest xistiye.

    Li gor îdîayan qepasiteya girtîgehê 600 kes e, lê zêdetirî 3 hezar mehkûm lê dimînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
    Hevşaredarekî DBPê sibê dikeve girtîgehê
    Li girtîgehê hewldana firarê: 21 kuştî û ger bi dehan jî birîndar
    ‘Li Tirkiyeyê herî kêm 70 hezar xwendekar di girtîgehê de ne'
    ‘Li girtîgehê heta ku ji ser hişê xwe çû îşkence li hevserokê DBPê Arslanî kirin'
    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Leyla Guvenê betal kir
    Etîketan:
    Li girtîgeheke Guatemalayê îsyan derket, Rudy Esquivel, Guatemala
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de