17:08 24 Gulan 2018
    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in

    Serokê Koreya Bakur dê bi peyatî derbasî Koreya Başûr bibe

    © REUTERS / Jorge Silva
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo hevdîtina xwe ya ligel Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in dê bi peyatî di ser sînorê herdu welatan re derbasî Koreya Başûr bibe.

    Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Koreya Başûr Yonhapê Sekreterê Giştî yê Serokatiya Dewleta Koreya Başûr Im Jong-seok naveroka bernameyê ya hevdîtina Kim û Moon ji bo rayagiştî ragihand.

    Im derbirî ku di navenda bernameyê de dê xurtkirina peywendiyên şexsî yên herdu serokan û bêçekirina nukleerî hebin û got, herdu serok ji bo zîrweya dîrokî dê di saet 09.30yî de li gundê agirbesta herdu welatan ê bi navê Panmunjomê werin cem hevdu.

    Im Jong-seok destnîşan kir ku serokê Koreya Bakur Kim Jong-un dê ji ser sînor bi peyatî derbasî nav axa Koreya Başûr bibe û dê bibe serokê pêşîn ê Koreya Bakur ku ji sala 1950-1953yan û vir ve ev cara pêşîne dê pêl axa Koreya Başûr bike.

    Hat ragihandin ku alî piştî hevdîtinê dê xwarina nîvro bixwin û paşê dê bi hevdu re daran biçînin. Ew dar dê bi axa herdu welatan werin çandin û dê bi navê ‘Em aşitî û aramiyê li vir diçînin' kevirekî bîrdariyê were dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
    Li gorî şêwirmendên Trump biryara Koreya Bakur dibe 'xefik' be
    Rûsya: Em ji ber biryara Koreya Bakur a ji bo rawestandina ceribandinên moşekan kêfxweş in
    Trump: Biryara Koreya Bakur pêşketineke mezin e
    Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne
    Etîketan:
    hevdîtin, Moon Jae-in, Kim Jong-un, Koreya Bakur, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de