20:58 22 Gulan 2018
    Hindistan

    Tren li wesayîta şagirtan qelibî: 13 zarok mirin û 8 birîndar bûn

    © AP Photo / Altaf Qadri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Hindistanê tren li wesayîta şagirtan qelibî, di encama qezayê de 14 kes mirin, 4 jê giran 8 kes jî birîndar bûn.

    Li gor nûçeyên medyaya herêmî, trêneke rêwiyan li eyaleta Uttar Pradeshê di dema derbasbûna hemzemînê de li wesayîta şagirtan ku 22 zarok têde bûn qelibî. Di encama qezayê de ajovanê wesayîtê û 13 zarok canê xwe ji dest dan, 4 jê giran 8 zarok jî birîndar bûn.

    Heta niha derheqê sedema qezayê de ji aliyê fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

    Destpêka meha nîsanê dîsa wesayîteke ku şagirt têdebûn qulibî bû û di encama qezayê de 24 jê zarok 27 kesan canê xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê serhildana Dalîtan: 9 kuştî
    Li Hindistanê ji ber fiyetê muzakereyên S-400î dirêj bûn
    Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
    Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
    Li Hindistanê avahî hilweşiya: 7 mirî 16 jî birîndar
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Etîketan:
    li Hindistanê tren li wesayîta zarokan qelibî, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de