05:28 22 Gulan 2018
    Ermenistan protesto

    Cîgirê wezîrê ermenî jî tev li xwepêşandanan bû

    © AFP 2018 / KAREN MINASYAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Sporê yê Ermenistanê Graçya Rostomyan û parlementer Suren Manukyan ragihandin ku wê tev li xwepêşandanên li hember Sarkisyan bin.

    Graçya Rostomyan li hesabê xwe yê facebookê ragihand ku, "ez berpirsiyariya her hemwelatiyê Ermenistanê didim ber çevê xwe û biryar didim ku ez dev ji wezifeya berdidim û bi bangewaziya serokê Partya Muxalefetê Gagik Tsarukyan tev li xwepêşandanan dibim."

    Xwepêşandanên li Ermenistanê yên ku li hember Serj Sarkisyan hatibûn li darxistin ket roja 13an. Xwepêşandanên li Erîwanê hemû caddeyan tije kir. herwiha xwepêşandan li duyemîn bajarê mezin Gumruyê jî dest pê kir.

    Piştî îtifaya Sarkisyan namzetê serokwezîrtiya Ermenistanê jî diyar bûnç. Partiya muxalefetê ya bi navê 'Elk' wê Nikol Paşinyan namzet bide nîşan. Paşinyan ew kesê ku xwepêşandanan dabû destpêkirinê ye. Di parementoya Ermenistanê de bi tevahî 105 parlementer hene kesê ku bibe serokwezîr divê herî kêm 53 dengan bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Ermenistan: Em ê protokolên bi Tirkiyeyê re betal bikin
    Di xeta Ermenistan û Azerbeycanê de pevçûn
    Etîketan:
    sarkisyan, xwepêşandan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de