20:54 20 Gulan 2018
    Donald Trump

    Li gundekî Spanyayê cêwiya Trump hat dîtin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundekî Spanyayê jina ku bi dirûvê xwe serokê DYAyê Donald Trump bibîr dixe hat dîtin. Jina 63 salî Dolores Leis ku dişihibe Trump li Spanyayê mijara sereke ya medyaya civakî ye.

    Leis li ser wê berdilk, di dest de bêra wê û di dema ku li nav zeviyan dixebite pozek da nûçegîhanê Rojnameya La Voz de Galiciayê Paula Vazquez. Dolores Leis bi dirûvtiya Trump ve di medyaya civakî de bal kişand ser xwe.

    ​Hin bikarhênerên medyaya civakî jina 63 salî bi foto-montajê li şûna Trump bi cih kirin.

    ​Dema ku Dolores Leisa di sala 1954an de jidayikbû Trump 8 salî bû. Herçiqas bikarhênerên medyaya civakî nûçe bi kêfxweşî pêşwazî kiribin jî, Leis bi aramî daxuyand ku, "Bi ya min hertişt bi rengê por ve eleqedar e."

    ​Leisa telefona bêrîkan û medyaya civakî bikar nayne ji ber vê jî fenomentiya xwe ji neviyên xwe hîn bû.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûhanî bo Trump: Tu bazirgan e û ji hiqûqa navneteweyî tiştekî fêhm nake
    Trump ji bo bûyerên 1915an ên 'qira ermenan' got, felaketa mezin!
    Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
    Etîketan:
    cotik, şihubandin, leis, trump, dirûv, Paula Vazquez, Spanya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de