11:42 23 Gulan 2018
    rojnamevan

    Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê de dakete rêza 157emîn

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevanên Sînornenas her sal bi navê Endeksa Azadiya Çapemenî ya Cihanê raportekê belav dikin. Tirkiye di lîsteyê de dakete rêza 157emîn.

    Rojnamevanên Sînornenas (RSF) her sal bi navê Endeksa Azadiya Çapemenî ya Cihanê raportekê belav dikin. Tirkiye di nava 180 welatî de li gor lîsteya sala borî 2 rêzan daket û bû 157emîn.

    RSFê di raporta xwe de Tirkiye ‘ji bo rojnamevanan girtîgeha herî mezin a cihanê ye' bi nav kir û got: "Di sala 2017an de gelek rojnamevan piştî hewldana derbeya leşkerî hatin girtin, piştî salekê di girtîgehê de man bi dozên komî têne darizandin.

    RSFê di berdewiya raporta xwe de behsa Rewşa Awarte ku ev du sal in tê dirêjkirin kir û got: "Sepandina Rewşa Awarte dibe sedema têkbirina pirdengiyê û meqamên desthilat xurt dike û bi referandûma 16ê Nîsanê erkên Serokomar Recep Tayyip Erdogan hatin zêdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr ji ber kuştina rojnamevan îstîfa kir
    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
    Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
    Sala borî li lraqê 36 rojnamevan hatine kuştin û birîndarkirin
    Hûsiyan peyamnêrê Spûtnîkê jî di nav de 41 rojnamevan berdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de