20:57 22 Gulan 2018
    Petrol

    Di dema diziya petrolê de şewat derket: 10 mirî û bi 10an birîndar

    © REUTERS / Soe Zeya Tun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Endonezyayê li bîreke petrolê di dema diziyê de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 10 kes mirin û bi 10an jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li herêma Açe ya Girava Sumatrayê di dema derxistina petrola qaçax a bîrekê de şewat derket.

    Berdevkê polîsê Ranto Peureulakê di daxuyaniya xwe de got: "Sedema derketina şewatê ya dema derxistina petrola qaçax nayê zanîn, lê di bûyerê de gelek ji ber şewatê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Piraniya kesên mirî û birîndaran jî yên derdora bîra petrolê ne."

    Li gor çavkaniyên herêmî, li herêma Açe ku dikeve bakurê Girava Sumatrayê gelek bîrên petrolê ku bi qaçaxî hatine vekirin û ji aliyê xelkê herêmê ve têne bikaranîn hene.

    Bi heman mijarî:

    Li Endonezyayê otobêsek li motosîkletekê qelibî: Herî kêm 25 kes mirin
    Li Endonezyayê di trênê de metirsiya mar: Bi destê xwe kuşt
    Li Endonezyayê bi mezinahiya 6.5 erhej pêk hat
    Li Endonezyayê teqîn pêk hat
    Li Endonezyayê 200 mehkûman firar kir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de