16:46 20 Gulan 2018
    Çekdar

    Artêşê li dijî rêxistina Maoyî operasyon li dar xist: 22 kuştî

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Hindistanê li rojavayê welat li hemberî milîtanên Maoyî operasyoneke din li dar xist û di encama operasyonê de 8 milîtanên din hatin kuştin.

    Berpirsê hêzên ewlehî Praşant Diwate di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Hindistanê li herêma daristana Gadçilori ya eyaleta Maharaştra li hemberî milîtanên Maoyî operasyonek li dar xist. Di encama operasyonên du rojên dawî de 22 milîtanên çekdar hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya Praşant Diwate di operasyonê de ji hêzên ewlehî tu kes nemir û birîndar jî çênebûn.

    Maoyiyên Hindistanê ji serokê şoreşa Çînê Mao Zedong îlham werdigrin û ji sala 1967an ve li eyaletên Hindistanê çalekiyên çekdarî li dar dixin.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê ji bo destdirêjiya zarokan cezayê idamê tê
    Li Hindistanê ji ber fiyetê muzakereyên S-400î dirêj bûn
    Li Hindistanê serhildana Dalîtan: 9 kuştî
    Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
    Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de