17:03 26 Gulan 2018
Pakistan'da patlama

Li paytexta Belucistanê êrîşa xwekujî: 7 polîs mirin

© AP Photo / K.M. Chaudary
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li paytexta eyaleta Belucistanê Kuettayê ku girêdayî Pakistanê ye, li dijî wesayîta polîsan êrîşeke xwekujî hat kirin.

Hêzên Çekdarên Pakistanê piştî êrîşa xwekujî ya bi ser hêzên polîsan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor zanyariyên destpêkê 5 polîsan di êrîşê de can daye û 7 polîs jî birîndar bûne.

Herwiha hat diyarkirin ku êrîşeke din a hevdem li herêma Mian Ghundî ya Kuettayê bi ser pasavanên sînor de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku polîsan cihê êrîşê ji bo ewlekariyê dorpêç kiriye.

Di nav mehekê de çend carên din jî li bajarê Kuettayê êrîşên ser xiristiyan û pasevanên sînor pêk hatibûn.

Bi heman mijarî:

Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand
Bavê 9 zarokan nemêr derket
Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
Trump ji bo bûyerên 1915an ên 'qira ermenan' got, felaketa mezin!
Serokê Komîteya Olîmpiyatê yê Kurd hat revandin
Li Rihayê 5 kes hatin girtin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de