16:40 20 Gulan 2018
    Ermenistan

    Kalaşnîkov: Biryara îstîfayê aqîlane bû îhtîmala xwîn rijandinê hebû

    © REUTERS / Hayk Baghdasaryan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîteya Civaka Dewletên Serbixwe (BDT) yê Parlamentoya Rûsyayê Leonîd Kalaşnîkov ragihand ku biryara îstîfa ya Sarkisyan aqîlane bû, lewra îhtîmala xwîn rijandinê hebû.

    Ermenistan Devlet Başkanı Serj Sarkisyan
    © AP Photo / BURHAN OZBILICI
    Serokê Komîteya Civaka Dewletên Serbixwe (BDT) yê Parlamentoya Rûsyayê Leonîd Kalaşnîkov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de rewşa dawî ya Ermenistanê nirxand û got: "Biryara Serj Sarkisyan a ji îstîfaya serokwezîrtiyê bi aqîlane bû, lewra di çarçoveya protestoyên welat de îhtîmala ku xwÎn bihata rijandin hebû. Sarkisyan kesekî bi aqil e."

    Leonîd Sarkisyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Sarkisyan nebû mubtelayê desthilatiyê û hêzên taybet nexistin meriyete. Ev rewş derfetê didê û divê niha mesele di çarçoveya qanûnan de were çareserkirin."

    Kalaşnîkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku şaş neyê fêhmê îhtîmaleke mezin Sarkisyan wê dev ji polîtîkayê berde. Dive di nava Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (AEB) an jî Rêxistina Peymana Ewlehî ya Kolektîf (KGAO) de peywirekê wergire."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir
    Serokê Ermenistanê: Rewşa li welatê me gihîşt asta metirsîdar
    Serdozgeriya Ermenistanê: 3 parlementerên muxalefetê hatin binçevkirin
    Polîsên Ermenistanê li ser desteserkirina serokên xwenîşanderan: Nehatine desteserkirin
    Rageşiya li Ermenistanê her diçe zêde dibe: Bi 10an kes hatin desteserkirin
    Li Ermenistanê xwepêşandaran cade û kolan girtin
    Li Ermenistanê Sarkisyan bû namzedê serokwezîrtiyê
    Etîketan:
    Serokwezîrê Ermenistanê, Serj Sarkisyan, Yerîvan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de