14:17 23 Gulan 2018
    Balafir

    Balafira leşkerî ket: Mirî hene

    © AP Photo / FRANCOIS MORI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li rojhilatê Tunisê li bajarê Safakesê di encama ketina balafira leşkerî ku derketibû firîna perwerdeyî de du leşkeran canê xwe ji dest da.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Tunisê General Bilhasan el-Vislati di daxuyaniya xwe ya çapemeniya herêmî de ragihand ku balafira leşkerî ku ji baregeha hewayî ya Safakesê ji bo perwerdeyê rabû piştî demekê ket.

    Bilhasan el-Vislati di berdewamiya axaftina xwe de got: "Du leşkerên ku di balafirê de bûn canê xwe ji dest dan." Vislati derbarê ketina balafirê de tu agahî belav nekirin.

    Di meha sibatê de li bajarê Suse jî helîkoptereke leşkerî ketibû û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest dabû û du leşker jî bi giranî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Balafir bi ser avahiyekê de ket: 7 mirî
    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    ‘Di ser mala Messi re balafir nikarin derbas bibin'
    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'
    Rûsyayê nûçeyên ku 7 balafir li baregeha Hmeymîmê hatine tehrîbkirin derewandin
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Parastin a Tunisê, Bilhasan el-Vislati, Tunis
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de