17:06 26 Gulan 2018
Li Torontoya Kanadayê mînûbusê ajot ser sivîlan

Li Kanadayê wesayîtekê bê serî ajot ser sivîlan: 10 kes mirin

© REUTERS / @SOPHFLYPRO
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li ser kolaneke herî şên û qelebalix a bajarê Toronto yê Kanadayê, mînîbusekê ajot ser sivîlan.

Hat ragihandin ku mînîbuseke spî derketiye ser peyarêyê û ajotiye ser sivîlan.

Cîgirê Serokê Asayîşa Torontoyê Peter Yeun ragihand ku herî kêm 9 kesan di bûyerê de can daye û 16 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên dawî hejmara miriyan gihîşt 10 kesan.

Yeun da zanîn ku ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin, lê derbarê ku bûyereke qeza ye yan jî êrîş e ti daxuyanî nehat dayîn.

Berdevkê polîsê Torontoyê Meahan Grey jî da xuyakirin, beriya tîmên polîsan herin cihê bûyerê ajokar reviyaye û piştre jî hatiye desteserkirin û binçavkirin.

Piştî bûyerê li Torontoyê hin rê ji trafîkê re hatin girtin û seferên metroyan jî hatin rawestandin.

SEROKWEZÎRÊ KANADAYÊ DAXUYANÎ DA

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li ser bûyerê da xuyakirin, "Em nû bi bûyera Torontoyê hesiyan. Dilê me bi kesên bandora bûyerê li ser wan çêbûye re ye. Diyar e em dê di demên pêş de agahiyên zêdetir parve bikin."

CNNê jî bi zarê kesekî bi navê Elî ragihand ku qemyonetê bi awayekî rasthatî mirovên li ser kolanê kirine armanc û bi ser wan de ajotiye.

Bi heman mijarî:

‘Artêşa tirk nahêle termên bi dehan Efrîniyan werin definkirin’
'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
Sedir: Boykotkirina hilbijartinan tê wateya radestkirina Iraqê bo dizan
Ji CNKê banga hilbijartinên Tirkiyê: Yan boykot yan referandûma serxwebûnê!
YSK: Bernameya hilbijartinên 24ê Hezîranê ji partiyan re hat şandin
Etîketan:
Toronto, Kanada
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de