11:57 23 Gulan 2018
    Burkina Faso

    Piştî weiza li stadyumê îzdiham derket: 6 kes mirin

    © REUTERS / Joe Penney
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Burkina Fasoyê li stadyûmekê bernameyeke olî hat lidarxistin û piştî bidawîbûna bernameyê dema derketina ji stadyûmê îzdiham derket û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî li bakurê paytexta welêt Vagadugu li Stadyuma Somgandeê Şêz Aguib Sore waiz da.

    Piştî bidawîbûna waizê guhdaran ji 3 deriyên derketinê berê xwe zêdetir dan deriyekî û di encamê de îzdiham derket.

    Di îzdihamê de 5 kes jê jin, bi tevahî 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Amadekarên bernameyê parastin ku guhdaran 2 derî bikar neanîn, tenê berê xwe dan deriyekî û di encamê de jî ev bûyer qewimî.

    Dozgeriyê derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowê bahoz: Mirî û birîndar hene
    Li Kabîlê êrîşeke xwekujî: 12 mirî 57 birîndar
    DJyê navdar Avicii mirî hat dîtin
    Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
    Li Îdirê teqîn rû da: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    îzdiham, Burkina Faso
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de