20:50 20 Gulan 2018
    Xwepêşandanên li Ermenistanê

    Serokê Ermenistanê: Rewşa li welatê me gihîşt asta metirsîdar

    © AFP 2018 / KAREN MINASYAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Ermenistanê Armen Sakissian diyar kir ku ewşa li welêt gihîştiyeke asteke metirsîdar û banga îtîdalbûn û diyalogê kir.

    Di daxuyaniya ofîsa Serokê Dewleta Eremenistanê de ev tişt hatin gotin, "Pêvajoya li welatê me gihîşt asteke metirsîdar û ev rewş, dibe ku bibe sedema encamên jêneveger. Mixabin li beramberî peymana berê (ya di navbera Serj Sarkisyan û serokê mixalîf Nikol Paşinyan de) hevdîtin hatin birîn lê hevdîtinek dikarîbû rewş aram û alozî kêm bikira."

    Sarkissian bang li aliyan ku kir ku ji tevgerên dê bibin sedema xerabûna îstiqrara welêt dûr bisekinin û gera xwe ya li rêyên diyalogê bidomînin. Serokê eremnî ev tişt anîn ziman, "Ez bang li hemû welatiyên me, li welatiyên me yên dîasporayê dikim ku ji hewldanên alozkirina rewşê dûr bisekinin û bi îtîdal tevbigerin."

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Serdozgeriya Ermenistanê: 3 parlementerên muxalefetê hatin binçevkirin
    Polîsên Ermenistanê li ser desteserkirina serokên xwenîşanderan: Nehatine desteserkirin
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Ermenistanê, Armen Sarkissian, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de