11:18 24 Gulan 2018
    Li êrivanê protesto

    Serdozgeriya Ermenistanê: 3 parlementerên muxalefetê hatin binçevkirin

    © Sputnik / Asatur Yesayants
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dozgeriya Ermenistanê ragihand ku di xwepêşandanê li hember serokweziriya Serj Sarkisyan de 3 parlementerên muxalefetê hatin binçevkirin.

    Protestoyên li hember Sarkisyan ket roja 10a. Serokê partiya muxalefetê Nikol Paşinyan û Sarkisyan ji bo li hevkirinê hatin ba hev lê ji ber ku negihiştin tu encamê, xwepêşandanên muxalefetê car din gur bû. Di mudaxeleyên ku îro ji aliyê polîsên Erîwanê ve hat kirin de 3 parlementerên partiya muxalefetê hatin binçevkirin.

    Di destpêkê de partiyê ragihand ku parlementerên wan nehatine binçev kirin, lê dozgeriya Erîwanê ragihand ku sê parlementerên bi navê Nikol Paşinyan, Ararat Mirzoyan û Sasun Mikaelyan ji ber ku qesta xerabkirina asayîşê kirine hatine binçevkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Ermenistan: Em ê protokolên bi Tirkiyeyê re betal bikin
    ‘Ermenistan gundên me bombebaran dike, mirî hene’
    Etîketan:
    Hilbijartinên Ermenistanê, xwepêşandan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de