05:34 22 Gulan 2018
    Xwenîşandanên li Ermenistanê

    Polîsên Ermenistanê li ser desteserkirina serokên xwenîşanderan: Nehatine desteserkirin

    © REUTERS / Photolure/Vahram Baghdasaryan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsan li Yêrîvana paytextê Ermenistanê bi gaza îsotan destwerdan li xwenîşanderên li dijî hilbijartina serokê dewletê yê berê Serj Sarkisyanê wek serwezîr kir. Herwiha serokên xwenîşanderan parlamenter Nîkol Paşniyan û Sasun Mikaelyan jî desteser kirin. Polîsan ev nûçe red kir.

    Piştî ku gotûbêjên li Yêrîvanê yên navbera serokê xwenîşanderan Nîkol Paşniyan û Sarkisyan têk çû, xwenîşdanan îro jî dewam kir.

    Polîsan bi gaza îsotan destwerdan li xwenîşdanên li dijî serokwezîr Sarkisyanî kir. Di dema destwerdanê de alozî di navbera polîs û xwenîşanderan de derket.

    Polîsan girseya li Erebuniyê dorpêç kir û Paşniyan û Mikaelyan desteser kirin. Hat Hat diyarkirin ku hinek kes birîndar bûne û Ambulans hatin şandin bo cihê bûyerê.

    Ji13ê Nîsanê ve li Ermenistanê li dijî serwezîrbûna Sarkisyanî xwenîşandan berdewam dikin. Îro Paşniyan û Sarkisyanî ji bo mijarê li hev civiyan. Ji ber ku Sarkisiyanî civîna sê deqan dewam kiribû birîbû, encam jê nehat girtin û xwenîşandanan dewam kir.

    Sarkisiyan xwenîşdanên daxwaza îstîfaya wî dikin wek 'şantaj' bi nav kir û bang kir ku li gorÎ "hiqûqê tevbigerin". Herwiha daxwazên îstîfayê jî red kirin.

    Parlamenterekî din ê dijber ê bi navê Ararat Mirzoyan ji Facebookê ragihand ku hatiye desteserkirin.  Mirzoyanî got, "îro ez, Nîkol, Sasum û gelek kesên din bi awayekî nehiqûqî hatin desteserkirin."

    Ji aliyê din ve, ajansa AFPê ragihand ku polîsan desteserkirina serokên xwenîşanderan red kiriye û gotiye ku ji ber îsrara wan li ser berdewamkirina xwenîşandanan, ew ji cihê bûyerê hatine bidûrxistin.

    Tê gotin ku heta niha 100 kes hatine desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Azerbaycan: Ermenistanê li Qerebaxê êrîş pêk anî
    Azerbeycanê çeperên artêşa Ermenistanê bombebaran kirin
    Fona hevpar a veberhênan a Rûsya û Ermenistanê hate avakirin
    Hilbijartin li Ermenistanê dest pê kir
    Etîketan:
    Nîkol Paşniyan, Serj Sarkisyan, Ermenistan, Yêrîvan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de