04:08 25 Gulan 2018
    Leşkerên Erebistana Siûdî

    Sedema aloziya li Qesra Qraliyeta Erebistana Siûdî diyar bû

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şeva çûyî li Qesra Qraliyeta Erebistana Siûdî dengê çekan hatibû û li ser medyaya civakî şîroveya hewla derbeya leşkerî hatibû kirin lê sedema aloziyê droneyekê xerîb bûye.

    Bi şev saet nêzî 12ê şevê li ser medyaya civakî ji Erebistana Siûdî vîdeoyên ku tê de dengê çekên lûle dirêj dihatin belav bûn. Vîdeoyên ku li devdora Qesra Qraliyetê hatibûn kişandin bûn sedema şîroveyên ‘li Erebistana Siûdî li hember Qral Selman hewla derbeya leşkerî tê kirin.'
    Piştê çend saetan rayedarên Siûdî di derbarê bûyerê de agahî dan û bûyerê zelal kirin. Rayedaran ragihand ku sedema bikaranîna çekan ew bû ku droneyekê xerîb zêde nêzê Qesra Selman bû û parêzwanan jî ji bo xistina droneyê çekan bi kar anîn.

    Tê zanîn ku Hûsiyên Yemenê gelek caran bi droneyên biçûk êrîşên bombeyî dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Erebistana Siûdî di Qesra Qraliyetê de şer
    Li Erebistana Siûdî hêzên ewlehî rastî êrişa çekdarî hatin
    Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
    Erebistana Siûdî navê Qeterê jî 'guherand'
    Etîketan:
    Êrîş, qesra qraliyetê, Erebistana siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de