04:27 28 Gulan 2018
Miguel Diaz-Canel wek serokê nû yê Kûbayê hat ragihandin

Miguel Diaz-Canel wek serokê nû yê Kûbayê hat ragihandin

© AFP 2018 / STR
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Raul Catro nebû namzetê serokatiya Kûbayê, Miguel Diaz-Canelê ku meclisê ew wek tekane namzetê serokatiya nîşan da, bû serokê nû yê Kûbayê.

Bi vî awayî piştî 49 salan, bo cara yekem kesekî ne bi navê Castro dê bibe serokê dewletê.

Miguel Diaz-Canel di 20ê Nîsana 1960î de ji dayik bûye ku bi vî awayî dê berî rojbûna xwe bi rojekê bibe serokê Kûbayê.

Serokê Konseya Dewletê Raul Castroyê 86 salî piştî ku du serdemên 5 salan ên peywira xwe temam kirin, nebû namzet ku di encamê de alîkarê Serokê Konseya Dewletê Miguel Diaz-Canel bû tekane namzet.

Diaz-Canel yekem serok e ku ne di nav kadroya damezirîner a welatî de bû û herwiha serokê yekem e ku piştî sala 1959an de ji dayik bûye.

Gava ku encam li Meclisa Neteweyî hat ragihandin, tofana çepikan rabû.

Bi heman mijarî:

Kûbayê ji Çekyayê re got: Em deynê xwe yê 276 milyon dolar bi romê bidin
Amerîka piştî 55 salan cara pêşî balyozekî li Kûbayê tayîn dike
Mînaka dawî ya helwesta nû ya Amerîkayê ji bo Kûbayê bû Madonna
Civîna dîrokî: Piştî 1000 salî dêrên Katolîk û Ortodoks li Kûbayê civiyan
Etîketan:
serokê kûbayê, Raul Castro, Miguel Diaz-Canel, Kûba
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de