20:53 20 Gulan 2018
    ETAya ji bo serxwebûna Baskê şer dike

    Rêxistinê biryara feshkirina xwe da

    © AP Photo / Gara
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Azadiya Welatê Baskê (ETA) ku dixwaze li bakurê Spanya û başûrê Fransayê dewleteke serbixwe ava bike biryara feshkirinê da.

    Li gor ajansa fermî ya Spanyayê (EFE) ragihand ku ETA di 5ê Gulanê de li bajarê Bayonayê çalekiyekê li dar dixe û di çalekiyê de wê biryara feshkirina xwe bide.

    Televîzyona gelerî ya Baskê (ETB) jî di nûçeya xwe de ragihand ku ETA wê di hefteya pêşî ya gulanê de daxuyaniyê bide.

    Rêxistina Azadiya Welatê Baskê (ETA) di sala 1959an de bi armanca li bakurê Spanya û başûrê Fransayê dewleteke serbixwe ava bike hatibû damezrandin. ETA di sala 2017an de jî çek danîbûn.

    Bi heman mijarî:

    'ETA çekan datîne lê rêxistinê fesh nake'
    ETA sibê dev ji çekên xwe berdide
    Etîketan:
    ETA, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de