14:19 23 Gulan 2018
    Otobus

    Qemyoneta ku xêliyê dawetê têde bûn qulibî: 21 mirî û 30 birîndar

    Guadalupe Pardo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Hindistanê qemyoneta ku xêliyê dawetê têde bûn qulibî û di encama qezayê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 21 kes mirin û zêdetirî 30 kesî jî birîndar bû.

    Li gor nûçeya kanala NDTV ya Hindistanê, qemyoneta ku ji bo li herêma Sidhi ya bajarê Singrauli ya eyaleta Madhya Pradeşê beşdarî dawetê bibe kete rê, li nêzîkî gundê Amelia yê Sidhiyê li bariyerên pira Jogdahayê qelibî û herikî Çemê Sonê. Di encama bûyerê de 21 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

    Li gor daxuyaniya rayedarên fermî yên herêmê, ajovan kontrola xwe winda kiriye û qemyoneta ku ji bilindahiya 30 metroyî ketiye berovajî qulibiye.

    Piştî bihîstina bûyerê gelek hêzên ewlehî, tîmên tendirustî û ekîbên lêgerîn û rizgarê bo herêmê hatin şandin. Birîndarên bûyerê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên herêmê û ji birîndaran jî rewşa çend kesan giran e.

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê otobus qulibî: 2 mirî û 21 birîndar
    Otobus ji pirê qulibî: 13 mirî û 3 birîndar
    Li Rûsyayê otobus kete deryayê: 14 mirî û 8 birîndar
    Li Haîtiyê otobus da ser qelebalixê: 34 mirî 15 birîndar
    Stenbol: Otobus lê qelibî, bêvila balafirê xwar bû!
    Etîketan:
    Li qezaya trafîkê, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de