01:33 26 Gulan 2018
Zlatan İbrahimoviç

Îbrahîmovîç: Şampiyoniya bêyî min, ji şampiyoniyê nayê hesibandin

© AP Photo / Christophe Ena
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Zlatan Îbrahîmovîçê ku di tîma lîga DYAyê Los Angeles Galaxyê de forme li xwe dike daxuyand ku bi tîma milî ya Swêdê wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2018an bibe.

Fibolîstê 36 salî Zlatan Îbrahîmovîç beriya niha eşkere kiribû ji tîma milî ya Swêdê teqawid bû ye, lê Îbrahîmovîç di beşdarbûna bernameya bi navê Jimmy Kimmel Liveyê de da zanîn ku dibe vegere tîma milî. Fitbolîstê navdar bibîr xist ku bi dilxwaze di kadroya tîma milî ya Swêdê ya di Kûpaya Cîhanê de têbikoşê.

Îbrahîmovîç, "Ezê beşdarî Kûpaya Cîhanê bibim, lê heke ez zêde biaxivim dibe ku mirov bo min nebaş bibe. Şampiyoniyek bêyî min, ji şampiyoniyê nayê hesibandin."

​Herwiha Zlatan Îbrahîmovîç ji ber seqetiyek dûdirêj bi Manchester Unitedê re peymana xwe bidawî kiribû, paşê jî bi tîma DYAyê Los Angeles Galaxyê re li hev kiribû. Îbrahîmovîç bi formeyê Los Angeles Galaxyê derket 3 pêşbirkan û 3 caran tor bi hewa xistin.

Bi heman mijarî:

‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
Zaxarova: Xeyala mezin a rojavayiyan nehiştina birêvçûna Kûpaya Cîhanê ya 2018an e
Peskov: Boykota dîplomatîk a muhtemel a li ser Kûpaya Cîhanê dê bandorê li turnûwayê neke
‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê a 2018an, Fitbol, gog, tîm, gol, Zlatan Îbrahîmovîç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de