07:07 26 Gulan 2018
Zarokên penaber li ser sînorê Yûnanistan û Makedonyayê

Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê

© AFP 2018 / TOBIAS SCHWARZ
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li navendeke penaberan a bajarê Gieessenê hinek hişyariyên balkêş ji bo penaberan belav kirin ku tê de wan hînî bikaranîna avdestxaneyê dikin û herwiha ji wan re dibêje ku nabe "tif bikin."

Sputnik Kurdistanê hinek wêneyên wan hişyariyan bi dest xistin ku hinek ji wan bi gelek zimanan hatine nivîsîn û kurdî ji di nav wan de ye.

Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê
© Sputnik /
Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê

Hişyariya parastina ji şewat û agirî bi 18 zimanan hatiye belavkirin ku kurdî jî di nav de ye.

Lê belê hinek hişyarên din ên balkêş hebûn ku wiha bûn:

Mafê her kesî heye ku fikira xwe bibêje û bir êya axiftin, nivîsîn an jî wêneyan parve bike.

Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê
© Sputnik /
Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê

Mafê her kesekî li Almanyayê heye ku dînê xwe dixwaze bibijêre.

Jin û mêr di hiqûqê de wek hev in.

Gava mirov destnimêja xwe dişkîne, divê mirov avdestxaneyê bi kar bîne.

Gilêşê biavêjin qutîkan gilêşan.

Hevzayendîtî li vir ne qedexe ye. Her kes dikare partnerê dixwaze bibijêre.

Dibe kesên din ji dengê bilind aciz bibin(û nîşan hatiye kirin ku dengê xwe nizim bikin)

Herwiha hişyariyeke din heye ku derbarê tifkirinê de ye û dibêje "tif nekin".

Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê
© Sputnik /
Hişyariyên balkêş ji bo penaberan li Almanyayê

 

Bi heman mijarî:

Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
Li Yunanîstanê 13 hezar penaber winda ne
Starbucksê jî bertek nîşanî Trump da: "Em ê 10 hezar penaber bigirin kar"
Etîketan:
hişyariyên penaberan, penaber, Gieessen, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de