17:09 24 Gulan 2018
    Raul Castro

    Li Kubayê serdama Castroyan bi dawî dibe

    © REUTERS / Carlos Garcia Rawlins
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Kubayê Raul Castro ku ji sala 2008an ve serokatiya welat dike biryar daku hew bibe namzedê serokatiyê.

     Fîdel Castro Diaz-Balart - Fîdelîto
    © REUTERS / Claudia Daut
    Ji sala 1959an de malbata Castroyan serokatiya dewletê dimeşîne. Serokê Kubayê Raul Castro ku wezîfeya serokatiyê ji birayê xwe Fîdel Castro dewr girtibû dê wezîfeya xwe dewrî cîgirê xwe Mîguel Dîaz-Canel bike.

    Herwiha Raul Castro eger dev ji serokatiya welat berde jî dê Serokatiya Partiya Komunîst bimeşîne. Fîdel Castro di sala 2008an de ji ber pirsgirêkên tendirustî wezîfeya xwe dewrî birayê xwe Raul Castro kiribû, lê serokatiya xwe ya partiyê heta dawiyê meşandibû. Castro di sala 2016an de jcanê xwe ji dest dabû.

    Mîguel Dîaz-Canel ku tê pêşbînîkirin wê bibe Serokê Kubayê 25 sal in di nava Partiya Komunîst de bi awayekî aktîf dixebite û li Zanîngeha Las Villas a Santa Clarayê beşa endezyariya elektronîkî xwendiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Gelo kurê Fîdel Castro întîxar kir?
    Serokê Koreya Bakur ji bo Castro 3 roj şîn ragihand
    Trump: Castro dîktatorekî zalim bû, gelê Kubayê wê azad li siberojê binêre
    Trump ji bo mirina Castro çi got?
    Medvedev: Rûsya û Kuba bi saya Fidel Castro dost in
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Raul Castro, Kuba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de