02:22 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Ermenistanê Serj Sarkisyan

    Serokê Berê yê Dewletê Sarkisyan tevî xwenîşandanan bû serokwezîrê nû yê Ermenistanê

    © AP Photo / BURHAN OZBILICI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Berê yê Dewleta Ermenistanê Sej Sarkisyan tevî xwenîşandanên li dijî wî yên li paytext Yerêwanê di encamdana dengdana li parlementoyê weke serokwezîr hate hilbijartin.

    Di sala 2015an de di çarçoveya çaksaziya makezagonê de 9ê Nîsanê Ermenistan derbasî pergala parlementeriyê bûbû û erkên rêveberiyê ji serokê dewletê bo serokwezîr hatibûn dayîn. Di serdema nû ya Ermenistanê de yekem serokwezîr bû Serj Sarkisyan.

    Li parlementoya Ermenistanê ya ku ji 105 kursiyî pêk tê 94 parlementer ji bo dengdanê amade bûn. Bi dengê Partiya Komariya Ermenistanê (ECP) û hevkarê wê yê koalîsyonê Partiya Daşnaksutun Sarkisyan 77 deng û reqîbê wî jî 17 deng stendin.

    Li Ermenistanê duh xwenîşdanan dest pê kiribû ku xwenîşander li dijî wê derdikevin ku serokê dewletê yê berê Serj Sarkisyan wek namzetê serokwezîrîtiyê bê nîşandan.

    Parlamaneterê muxalif û serokê xwenîşanderan Nikol Paşinyanî bang kir ku avahiyên dozgerî û dadgeriyê bên dorpêçkirin. Herwiha Paşinyan 'Şoreşa Qedîfeyê" ragihandibû.

    SARIKISYAN 10 SALAN SEROKATIYA DEWLETÊ KIRIBÛ

    Sarkisyan ê 63 salî ji 2008an ve serokatiya dewletê dike, piştî ku dema wî ya azamî qediyabû heftiya bihûrî dest ji kar berdabû û bûbû endamê serokwezîtiyê.

    Hêjayî gotinê ye ku di sala 2015an de di çarçoveya çaksaziya makezagonê de 9ê Nîsanê Ermenistan derbasî pergala parlementeriyê bûbû û erkên rêveberiyê ji serokê dewletê bo serokwezîr hatibûn dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Ermenistanê Sarkisyan bû namzedê serokwezîrtiyê
    Pûtîn ji Sarkisyan re telgirafek şand: Me têkiliyên xwe derxistin asta bilind
    Hilbijartinên Ermenîstanê bidawî bûn: Sarkisyan li pêş e
    Serokomar Sarkisyan ji bo vekirina konsolxaneya Kurdistanê biryar îmze kir
    Sarkisyan: Îtifaqa bi Rûsyayê re hêmaneke girîng a ewlekariyê ye
    Etîketan:
    Dengan, Hilbijartinên Ermenistanê, Hilbijartin, Serj Sarkisyan, Asya, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de