01:02 26 Nîsan 2018
    Ermenistan

    Li Ermenistanê xwenîşander xwe amade dikin avahiyên hikûmetê dorpêç bikin: Şoreşa Qedîfeyê

    © REUTERS / Hayk Baghdasaryan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Ermenistanê duh xwenîşdanan dest pê kiribû ku xwenîşander li dijî wê derdikevin ku serokê dewletê yê berê Serj Sarkisyan wek namzetê serokwezîrîtiyê bê nîşandan. Parlamaneterê dijber û serokê xwenîşanderan Nikol Paşinyanî bang kir ku avahiyên dozgerî û dadgeriyê bên dorpêçkirin. Herwiha Paşinyan 'Şorşea Qedîfeyê" ragihand.

    Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Sputnikê ragihandine, xwenîşanderên dijî Sarkisyanî xwe amade dikin ku avahiyên dozgerî û dadgeriyê dorpêç bikin.

    Parlamenterê dijber Nikol Paşinyan di banga xwe ya ji bo xwenîşanderan de got, "avahiyan dorpêç bikin. Bila ne kes derkve ne jî kes têkeve hundir."

    Paşinyanî got, "ruhê şorşeşê li welatî hat afirandin. Herwiha ez Şoreşa Qedîfeyê ya bê tundûtûjî radigihînim."

    Xwenîşanderên li dijî nîşandana Serj Sarkisyanî wek serokwezîrê îro danê sibehê li Yêrîvana paytextê Ermenistanê derketin kolanan û cadeya sereke ya bajarî û xaçerêyên wê ji çûnûhatinê re girtin. Polîsan destwerdan li wan kir lê xwenîşanderan qebûl nekir ku belav bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    ‘Ermenistan gundên me bombebaran dike, mirî hene’
    Di xeta Ermenistan û Azerbeycanê de pevçûn
    Ermenistan: Azerbeycanê leşkerekî me kuşt
    Ermenistan û Azarbeycan şer dikin - 12 kuşti - Putîn banga agirbestê kir!
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Etîketan:
    Nikol Paşinyan, Serj Sarkisyan, Yêrîvan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de