17:31 25 Nîsan 2018
    Prosesa Çekdanînê ya FARCÊ

    Serokê dewletê: Eger teslîm nebe dê were kuştin

    © AP Photo / Fernando Vergara
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Ekvadorê Lenin Moreno ji bo teslîmkirina berpirsê FARCê yê bi navê ‘Guacho' 12 roj mawe da rêxistinê. Guacho bi revandin û kuştina 3 kesan tê tometbarkirin.

    Prosesa Çekdanînê ya FARCÊ
    © AP Photo / Fernando Vergara
    Serokê Dewleta Ekvadorê Lenin Moreno li bajarê Mantayê di axaftina xwe ya bîranîna qurbaniyên erdhejê de kuştina du rojnamevan û ajovanê wan nirxand û got: "Em dizanin di revandina herdu rojnamevan û ajovanê wan de destê Walter Patricia Arizala Vernaza (Guacho) milîtanê berê yê FARCê heye. Ji bo teslîmbûnê em 12 roj mawe didin, eger nebe dê were kuştin."

    Lenin Moreno di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ekvador welatekî aştiyê ye. Ji bo kuştina Guacho em amade ne her bedelê bidin. Em ê êdî bêhnfirehiyê nîşanî grûbên çekdar ên derqanûnî nedin."

    Di 26ê Adarê de rojnamevanên rojnameya El Comercioyê Raul Rivas û Javier Ortega û ajovanê wan Efrain Sagarra ji aliyê kesên nenas ve hatibûn revandin û paşî hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ekvadorê mafê hemwelatiyê da Assangeyê damezirînerê Wikileaksê’
    Li Ekvadorê hilbijartina serokatiyê dest pê kir
    Li Ekvadorê dîsa bi şîdeta 6,2 erdhej çêbû
    Hejmara miriyên erdhêja Ekvadorê gihîşte 500 kesî
    Etîketan:
    Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC), Serokê Dewleta Ekvadorê, Lenin Moreno, Ekvador
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de